
Xebatên li herêmê di çarçoveya rewşa awarte de dewam in.
Li Til Rifetê şênî û koçberên Efrînê dest bi çêkirina çeperan kiriye.
Ew dibêjin:
“Çi dibe bila bib, em ê dev ji warê xwe bernedin û hetadawî li ber xwe bidin.”
Ev der navçeya Til Rifetê ye ku rojane rastî êrişên dewleta Tirk tê.
Li dijî van êrişan û di çarçoveya rewşa awarte de, şêniyên wê dest bi amadekariyan kirine.
Tevî wan şêniyên Efrînê jî ku ji ber êrişên dewleta Tirk koçberî wir bûne, di nava tevgerê de ne.
Demek e li dijî gef û êrişên dewleta Tirk dest bi amadekariyan kirine û peyama wan jî berxwedan e.
Koçbera bi navê Esma ya 50 salî, ji gundê Kerê yê Bilbilê ye.
Ew ê ji ber sûc û êrişên dewleta Tirk berê xwe daye Til Rifetê
Niha jî yek ji wan dayikan e ku li dijî êrişên dewleta Tirk xwe amade dike.
Ew li gorî hêza û bi çêkirina xwarinê, destekê dide.
Hemît Betal ê 85 salî jî ji navçeya Reco û niha tevî xebatên rewşa awarte bûye.
Wî jî bi kesên derdora xwe re dest bi çêkirina çeperan kiriye.
Bi van xebatan koçber û şêniyên Til Rifetê peyameke xurt didin dewleta Tirk û gefên wê.
Peyama wan jî ew e ji bo xweparastinê ew amade ne û heta dawî wê li ber xwe bidin.