Ji bo şervanên QSD’ê perwerdeyek da destpêkirin

QSD’ê xwe ji bo êrişeke gengaz li dijî herêmê hazir dike. Wê ji bo şervanên xwe perwerde daye destpêkirin.
Di van perwerdan de şervan li ser cureyên çekên navîn û giran tên perwerdekirin.
Şervanên ku tevli jî bûne sozê didin ku ew xelkê xwe ji her cure êriş biparêzin.

Li dijî gef û êrişên dewleta Tirk QSD’ê her di nava amadekariyan de ye.

Bi rê û rêbazên cuda li dijî êrişan dixebite û armanca wê jî parastina gel û herêmê ji dagirkeran e .

Dema dawî ji ber gefên êrişkirina herêmê zêde bûn, QSD’ê jî lo gorî wê rêbazên xweparastinê xurttir kirin.

Herî dawî QSD’ê ji bo şervanên xwe perwerdeya îdeolojî û leşkerî da destpêkirin.

Bi dehan şervanên ji hemû pêkhateyên herêma Cizîrê tevli bûne.

Wê 3 mehan ev perwerde dewam bike û tê de şervan li ser bikaranîna cureyên çekan tê anadekirin.

Perwerdekarê leşkerî yê akademiyê Şahîn Qamişlo der barê vê perwerdeyê de agahî dan.

”Herêma me di rewşekê hesas re derbas dibe.

Êrişên Tirkiyê li dijî herêmê her roj hene û dibe ku şerekî giran li herêmê rû bide.

Ji bo wê jî em xwe amade dikin ku xwe û miletê xwe biparêzin.

Ev perwerde di demeke wiha de girîng e.

Wê şervan li ser tektîkên şer bên perwerdekirin.

Û wê fêrî bikaranîna cureyên çekan yê cuda cuda bibin.”

Şervan Şahîn Qamişlo li ser armanc û daxwazên ji vê perwerdeyê jî ev got:

“Em dixwazin şervanên me çalaktir bibin û karibin hemû cureyên çekan bi kar bînin.

Şervanên ku tevli vê perwerdê bûne dikarên dema vegerin focên xwe jî li wir hevalên xwe yên din perwerde bikin.”

Yek ji şervanên QSD’ê ku tev li dewreyê bûye, Hogir Hesekê ye.

Ew dibêje:

”Perwerde ji bo me pir girîng e.

Û ew ê bihêle ew di aliyê bikanîna hemû cureyên çekan de xwe pêş bixin.”

Şervanên beşdar soza parastina xelkê herêmê heta dawî da.

Back to top button