Malbatên Şehîdan: Em jî dixwazin di cezakirina sîxuran de havkar bin

Li dijî sîxurên ji aliyê QSD’ê ve hatîn girtin, hêrsa gel, taybet a malbatên şehîdan zêde dibe.
Van malbatan bi rêya bernameya Bûyer a televizyona me hêrsa xwe ya li dijî sîxuran anîn ziman û xwestin ew jî di darizandina sîxuran de hevkar bin.

31’ê Tîrmehê, Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li dijî sîxurên MÎTA Tirk oprasyona’ Sondê‘ dabûn destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de QSD’ê 36 Sîxur girtin û heta niha jî têkoînali dijî sîxuran dewam e.

Ji wê demê ve gel bi hêrs li dijî van sîxuran derdikeve û daxwaza darizandina wan dike.

Bi taybet malbatên şehîdan dixwazin ew jî di darizandina wan de hevkar bin.

Duh van malbatan bi rêya bernameya Bûyer a televizyona me careke din ev daxwaz kirin.

Şemsîxan Gulo ku 3 kes ji malbata wê bi riya sîxur û bi balafirên dewleta Tirk şehîd bûne, dibêje:

“Kî dibe bila bibe, yê destê wî di xiyanetê de hebe, divê were cezakirin.”

Dayîka aştiyê Hemdiya Kûtê jî tekez dike ew ê piştgiriya QSD’ê bikin û sîxuran ji nav xwe derxînin.

Dawiyê jî Dayika Aştiyê Hemdiye xwest ew jî di cezakirina de hevkar bin.

Back to top button