Erdogan: Em ê tevahiya sînorê Bakurê Sûrî bi kûrahiya 30 km kontrol bikin

Doh li bajarê Qamişlo, merasîma oxirkirina cenazeyê 2 zarokên ku bi fermana Erdogan li Qamişlo hatin kuştin, pêk hat.
Di rojeke wiha de Erdogan ku Îsraîl bi kujera zarokan tawanbar kir, xwe weke parêzvanê wan nîşan da.
Heman Erdogan ji bo Kurd hê zêdetir bêne kuştin, gefa êrişeke berfereh a dagirkeriyê xwar.

Serok-komarê Tirk doh li gel balyozên welatên biyanî civiya.

Di rojeva Erdogan de weke her carî bidestxistina piştgiriya ji bo êrişa li dijî Rojavayê Kurdistanê hebû.

Erdogan ê ku fermana şer û êrişa li dijî Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê dide, li vê rastiyê mukir hat:

“Ji ezmûna me ya dehê salan diyar bû wê ti alî di şer de bi ser nekeve.”

Hema piştî vê gotinê, gefa êrişeke mezin li dijî Rojavayê Kurdistanê xwar û got:

“Biryara me ya ketina 30 kîlometere ji bo tevahiya sînorê Bakurê Sûrî heye.

Heta em vê pêk neyînin em ê ranewestin.”

Şefê rêjîma Tirk ê beriya çend rojan bi fermana wî 2 zarok li Qamişlo hatin kuştin, êrişên Îsraîlê li dijî zarokên Xezayê şermezar kir.

Back to top button