308 Kesayetên navdar yên li Tirkiyê bang li muxalefetê kirin ku nebin hevkarê sûc

308 kesayetên navdar yên li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê, derbarê êriş û gefên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de daxuyaniyek hevpar dan. Di daxuyaniyê de hate gotin ji bilî hevkarên desthilatdariyê, ev şer bi kêrî kesî nayê û bang li muxalefetê hate kirin ku nebin şirîkê vî sûcî û li dijî êrişan rabin.

Êrişên dewleta tirk a qirker yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Li aliyêkî din jî ji bo tevgereke nû ya dagirkeriyê amadekarî û danûstandin tên kirin.

Li hemberî êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk, bertekên gelê Kurd û dostên wan jî zêde dibin.

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, Akademîsyen, rojnamevan, nivîskar û lîstikvan jî di nav de 308 kesayetan daxuyaniyek hevpar dan.

Di daxuyaniyê de îşaret bi êriş û gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê kirin.

Kesayetan diyarkirin ku ji bilî hevkarên desthilatdariyê, ev şer bi kêrî kesî nayê û wiha gotin:

“Ewladên me yên ku ji bo oxira desthilatdariyê neçar têne hiştin ku li xaka biyanî şer bikin û bên kuştin zerareke mezin dide 84 milyon mirovên li Tirkiyê.”

Akademîsyen, rojnamevan, nivîskar û lîstikvanên demokrat bang li muxalefeta tirkiyê kirin ku nebin şirîkê vî sûcî û li ber operasyonên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rabin.

Back to top button