3 Filîstînî hatin kuştin, 40 jî birîndar bûn

Piştî ragihandina agirbesta li Xezayê, vê carê şerê di navbera aliyan derbasî bajarê Nablusê bû. Artêşa Îsraîlê îdîa dike ku wan êriş li dijî baskê leşkerî yê Tevgera Fetihê pêk aniye. Wezareta Tendirûstiyê ya Filîstînê jî ragihand ku di êrişê de 3 kes hatin kuştin, 40 jî birîndar bûn.

Îna derbasbûyî, Îsraîlê li dijî bajarê Xezayê êrişeke mezin pêk anî.

Di encamê de 44 Filîstînî hatin kuştin û bûtirî 200 jî birîndar bûn.

Piştî navbênkariya Misrê, doh di navbera aliyan de pêvajoya agirbestê destpêkir.

Lê vê carê şer derbasî bajarê Nablûsê bû.

Artêşa Îsraîlê îdîa kir ku wan li dijî berpirsên Baskê Leşkerî yê Tevgera Fetîhê, operasyon pêk anîye.

Li gorî daxuyaniya artêşê, 2 çekdar hatin kuştin.

Wezareta Tendirûstiyê ya Filîstînê jî ragihand ku di serdegirtina artêşa Îsraîlê de 3 welatî hatine kuştin, 40 jî birîndar bûne.

Şahidên bûyerê jî diyar kirin ku artêşa Îsraîlê roja Sêşemê bi hêzeke mezin êrişî bajarê Nablusê kiriye.

Back to top button