Zelensky: Dibe ku kareseteke nukleerî rû bide

Piştî êrişî li dijî Sentrala Nuklerrî ya Zaporozhye, metrisî heye ku asta şerê li Ukrayanyê dijwartir bibe. Serokê vî welatî Zelensky hişyar kir ku dibe kareseteke nuklerrî rû bide. Di vê navberê de Amerîkayê ragihand ku wan bi buhayê 1 mîlyar dolar pakêteke nû ya alîkariya leşkerî şandiye Ukraynayê.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky êrişa dawî ya li dijî navenda Nukleerî weke rewşeke kambax binav kir û got; A hatî kirin kareset e û divê pêşî lê were girtin.

Pêweste cîhan bûyera Çernobîlê jibîr neke.

Li wir tenê yek turbîne hate teqandin.

Vê gavê li navenda nukleerî ya herî mezin li Ewrûpayê Zaporozhye 6 turbîne hene.

Eger li dijî êrişan helwest neyê nîşandan, wê kareseteke mirovî ya mezin rû bide.

Lewma pêwîst hêzên cîhanê cezayên giran li Rûsyayê bibirin.

Ji amerîka bi nirxê 1 mîlyar Dolar paketa nû ya alîkariyê bo Ukrayna

Ji aliyê xwe ve Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku wan bi nirxê 1 mîlyar dolar pakêteke nû ya alîkariya leşkerî şandina Ukraynayê.

Li gorî wezaretê alîkarî piranî ji moşekê Hîmars pêk tê.

Her wiha li gorî nûçeya di CNN ya Amerîkî de hatî parvekirin, rêveberiya Waşîngtonê ji bo karanîna wan beşek ji moşekên pêwist yên li dijî S-400’ên Rûsî daye Kîevê.

Lê balkêşe ku heta niha ji rêveberiya Kîev û Moskow li ser van moşekan ti daxuyanî ne hatiye dayîn.

Plana ye a ji bo kêm mezaxitina gaza xwezayî îro ket meryetê

Bi dirêjkirina şerê li Ukrayna re, Ewropa bi krîzek gaza xwezayî re rû bi rû dimîne.

Piştî Rûsya gaza xwezayî ya dişîne Ewropa kêm kir, vê carê welatên YE planên xwe yên ji bo kêm mezaxtina gaza xwezayî xistin meryetê.

Peymana ku 27 welatên yekîtiyê digre nava xwe ji îro ve ket meryetê.

Peyman doh di rojnameya fermî ya Yekîtiya Ewropa de hatibû parvekirin.

Di peymanê de tê pêşbînîkirin ku heta 31’ê Adara 2023’an herî kêm ji sedî 15 xerckirina gaza xwezayî were kêmkirin.

Her wiha her welatek bikaribe girêdayîbûna xwe bi gaza Rûsyayê re kêm bike.

Peymana ku wê li ser “bingeheke dilxwazî” bikeve meriyetê, armanc dike ku li hemberî rîska Rûsya gazê kêm bike pêk tê.

Back to top button