Di nava Tirkiye û Rûsya de bazara bi Ruble

Rêveberiya Moskow dixwaze cezayên ji aliyê Amerîka û YE ve li ser wê hatine ferzkirin bê wate bike. Ji bo vê yekê jî bazara bi pereyê Rûsî ruble xistiye holê. Serokê rejîma Tirkiyê Erdogan jî herî dawî ev yek piştrast kir ku wê bi ruble bazar were kirin. Di vê çarçoveyê de, ji Amerîka berteka tespêkê ya li ser vê bazara derket.

Yekem berteka DYA’yê li ser peymana di navbera Tirkiye û Rûsyayê ku ser rûble pêk hatî de derket.

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Amerîka Ned Price di daxuyaniya çapemeniya rojane de, bersiva pirsên li ser mijarê da.

Price diyar kir ku wan ji Tirkiyeyê jî xwestiye ku ji mal û milkên Rûsyayê yên neqanûnî re nebe wargeheke ewle û wiha got: “Em bi baldarî çavdêriya daneyan dikin û heta niha derbarê pereyên Rûsyayê yên derqanûnî yên li Tirkiyeyê de tu delîl tune ne. ”

Price işaret bi zehmetiyên di peydakirina gaza xwezayî de kir û ev tişt anî ziman:

Ji bo girêdana bi çavkaniyên enerjiyê ya bi Rûsyayê re, em hevalbendên xwe teşwîqî gavan dikin.

Alîkarê Serokwezîrê Rûsyayê Aleksandr Novak ku piştî hevdîtina Erdogan û Putin a li Soçiyê daxuyanî da.

Novak ragihand ku bi Tirkiyê re dayîna gazê hat gotûbêjkirin û biryar hat dayîn ku di qonaxa despêkê de, kirîn bi rubleyê Rûsyayê pêk were.

Erdogan piştî vegera ji Soçiyê ji rojnamevanan re axivî û got,

“Yek ji baştirîn aliyên serdana me ya Soçiyê ew bû ku me bi birêz Pûtîn re li ser rubleyê li hev kir.

Ji ber ku em ê van danûstandinan li ser rûbleyê bikin.

Di warê aborî de wek çavkaniyeke cuda ya hêzê ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de.”

Back to top button