Li Ewropa ji despêka salê ve 220,000 hektar herêma daristanî şewitî ye

Ewropa ji kabosa şewat û germa havînê xelas nabe. Spanya jî welatê herî zêde di nava Ewropa de ji şewatê bandor bûyî ye. Ji despêka salê ve, bêtirî 220 hezar hektar herêma daristanî şewitiye. Niha hewildaneke vemirandina agir ya herî dijwar ya sedsala 21’an tê kirin.

Ji ber xemsarî û germa havînê Ewropa dişewite.

Li Spanya ji despêka salê ve, şewat kêm nabe.

Li gorî daneyên Pergala Agahdariya Şewata Daristanan a Ewropayê (EFFIS), Spanya di 22 salên dawî de sala herî xirab a şewatên daristanan derbas dibe.

EFFÎS’ê da zanîn ku li Spanyayê zêdetirî 220 hezar hektar qada daristanê şewitiye.

Hat dîtin ku tenê di 7 mehên îsal de devera şewitî li gorî sala 2012’an a ku weke sala herî bi şewat dihat zanîn bêtire.

Dema daneyên meha Tîrmehê yên herdu salan tînin pêşberî hev, tê dîtin ku şewata îsal çar qatê ji yên berê bêtire.

Niha li Spanyayê şewata daristanan a li 5 cihan dewam dike.

Wezareta Karên Hundir ragihand ku ji sedî 95’ê şewatan ji ber xemsariya mirovan pêk hatiye.

Çapemeniya Spanyayê nivîsand ku têkoşîna li dijî şewatên herî mezin ên daristanan ên sedsala 21’an tê kirin.

17 hikûmetên xweser û hikûmetên navendî îsal ji bo pêşîgirtin û vemirandina şewatan 860 mîlyon euro veqetandine.

Welatî ji bo cihên ewlet têne veguhestin

Li Îtalya jî rewş hemane.

Ji ber şewatên heyî, welatî ji bo cihên ewletir têne veguhestin.

Back to top button