Gelê Hesekê bi meşek êriş û bêdengiya hêzên navnetewî şermezar kir

Çalakî û berxwedana gelê herêmê li dijî êrişên dewleta Tirk dewam dike. Li Hesekê îro gel berê xwe dan navenda Koalîsyona Navnetewî û çalakî li darxistin. Gel ji koalîsyonê xwest li dijî êrişên dewleta Tirk bêdengiya xwe bi dawî bikin û qada ezmanî li ber êrişan bê girtin.

Berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker dewam dike.

Îro li bajarê Hesekê bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û girtina qada ezmanî ya herêmê meşek hate lidarxistin.

Bi sedan welatiyên Hesekê beşdarî meşê bûn.

Meş li ber navenda Koolîsyona Navnetewî rawestiya û li wir daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û wiha hate gotin:

“Bêdengiya hêzên navnetewî û qaşo yên garantor yên li herêmê nîşan dide ku êrişan erê dikin.

Divê hêzên navnetewî helwesta xwe li hember van êrişan zelal bikin û bêdengiya xwe jî bi dawî bikin.

Dewleta Tirk li herêmê komkujiyan pêk tîne û dixwaze bi van êrişan herêmê vala bike û dagirkeriya xwe berfireh bike.”

Piştî daxuyaniyê şandeyek derbasî avahiya koalîsyonê bû û nameyek derbarê êrişan de radestî wan kir.

Şêniyên Hesekê bêdengiya Koalisyona Navdewletî şermezar kir

Back to top button