QSD: Di êrişa li ser Qamişlo de 4 şervanên me şehîd bûn

QSD’ê ragihand ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser taxa Cirnik ê Qamişloyê de 4 şervanên wan şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişa bi balafira bê mirov a dewleta Tirk a dagirker a li taxa Cirnik a Qamişlo de 4 şervanên wan ên Ekra Xweparastinê şehîd bûn.

QSD’ got: ” Em ê di hemû şert û mercan de gelê xwe û destkeftiyên gelê xwe biparêzin û tola şehîdên xwe ji dagirkeran hildin.”

Wê piştre nasnameyên şehîdên me bi raya giştî re werin parve kirin.

Em wekî Hêzên Suriya Demokratîk car din dubare dikin ku berdelê vê çi dibe bila bibe, em ê di hemû şert û mercan de gelê xwe û destkeftiyên gelê xwe biparêzin û tola şehîdên xwe ji dagirkeran hildin.”

Back to top button