FOREIGN POLICY: WÊ BIRÎTANIYA Û FRANSA HÊZÊN DIN BIŞÎNIN SÛRIYÊ

Kovara Foreign Policy ( Forin Polîs) a Emerîkî ragihand ku wê Fransa û Birîtaniya hêzên xwe yên din bişînin Bakur û Rojhilatê Sûrî.

Kovara Emerîkî ev biryar weke serkeftinek mezin a tîma ewlehiya neteweyî ya serokê Emerîka Donald Trump bi nav kir.

Li gorî kovarê “Brîtanya û Fransa qebûl kirin ku hêzên din ji Sûriyê re bişînin da ku valahiya piştî vekişîna hêzên Emerîkî dagirin.”

Kovar dibêje, berpirsê Rêveberiya Emerîka teqez kiriye ku, Birîtaniya û Fransa tekane hevkarên DYE’yê ne..

Li gorî vê, wê rêjeya hêzên xwe ji sedî 10 heta ji sedî 15 li herêmê zêde bike.

Demê ji bo şandina leşkeran jî nehat zelalkirin.

Li gorî hin çavkaniyan, piştî Fransa û Birîtaniya, Italiya jî nêzî dayina biryarê dibe..

Ka wê hêzên xwe bişîne yan na..

Her wiha gelek dewletên Belkan û Baltîq jî hene.

Li gorî kovarê ew teqez e ku hejmarek ji leşkerên xwe bişînin wir.

Beriya du rojan jî Almanya daxwaza Emerîka ya ji bo hêzên xwe bişîne Sûriyê red kir.

Leave a Reply

Back to top button