Dagirkeran ji Tirbespiyê heta bi Şehbayê bi balafiran û topan êriş kir

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser herêmê îro dijwartir kirin. Dewleta dagirker gundên Qamişlo û gundên wê, gundên Tirbesipyê, Amûdê, Tiltemir û Şehbayê bi çekên giran û balafirên bê mirov topbarankirin. Li Qamişlo di encama bombebarana balafira bêmirov a dewleta Tirk de, nîviyê Apê Yusiv Gulo yê bi navê Mihyedîn Gulo şehîd bû. Di encama êrişa li ser Tirbespiyê de jî zarokek û li gundên Til-Temirê jî welatiyekî 55 salî şehîd bû.

Dewleta Tirk a dagirker îro jî êriş û topbarana li ser herêmê dewam kir

Balafireke bêmirov a biçek ya artêşa Tirk a dagirker îro careke din Qamişlo bombebaran kir..

Bombebaran li piştî Nexweşxana Jiyan a Covid 19 ya li ser riya Hîzamê pêk hat..

Neviyê Apê Yusif Gulo, Mihyedîn Gulo di êrişa li Qamişloyê de şehîd bû

Li gorî agahiyan, welatiyê bi navê Mihêdîn Gulo şehîd bûye û birîndar jî hene..

Mihêdîn Gulo, neviyê Apê Yusif Gulo e ku di mijdara 2021’an de li Qamişlo li gel 2 neviyên xwe di encama bombebarana dewleta Tirk şehîd bûbû..

Her wiha leşkerên Tirk li Taxa Qenat Siwês ya Qamişlo jî gule li welatiyan barandin.

Li gundên rojhilatê Qamişlo jî top li malên welatiyan ketin û birîndar hene

Di seatên piştî nîvro de jî gundên Sêgirka û Til Zîwan ên rojhilatê Qamişlo jî hatin topbarankirin û top li malên welatiyan ketin..

Di dîmenan de jî encamên topbaranê diyar dibin ku hemû ji malbatekê ne..

Tevî Dayik û 3 zarokên, 7 kes birîndar bûn û ew rakirin rakirin nexweşxaneyên Qamişlo..

Di seatên ber bi êvarê de jî gundêTil Hemdûn û Xanîkê yên navçeya Amûdê, gund Qermanê yê rojavayî Dirbêsiyê hatin topbarankirin.

Li gundên Tirbespiyê zarokek şehîd bû

Heman demê, gundên Şelhomiyê, Girdêm û Kêl Hesnak ên bakurê navçeya Tirbesipiyê hatin topbaran kirin..

Di encama topbarana li ser gundên Tirbesipiyê de zarokek şehîd bû..

Nûçegihanê me diyar kir ku di topbarana li ser gundên Til Cîhan, Wertan, Zorava, Til Bişik, Mele Ebas ên bakurê rojavayê Tirbespiyê de birîndar hene.

Gundê Selmas yê Til-Temirê hat topbaran kirin û welatiyek şehîd bû

Seat 3:30 şeveqê jî dagirkeriya Tirk gundê Selmase yê başûr-rojavayê Til Temirê bi çekên giran topbaran kir.

Li vir, welatiyê bi navê Îbrahîm Mihemed Heşê (55) ku koçberê ji gundê Sîbat yê li bakur-rojavayê Til Temirê ye, şehîd bû.

Gundê Xerzê û Xanikê yên Amûdê jî bi çekên giran hatin topbarankirin

Her wiha gundê Xerzê û Xanikê yê rojavayê navçeya Amûdê jî bi çekên giran hatin topbarankirin.

Zêdetirî 10 topan li gundê Um Qura yê Şehbayê ketin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya êrişan a 10 rojan eşkere kir

Li aliyê din, navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê îro bi daxuyaniyekê bilançoya 10 rojan ya êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Minbicê eşkere kir..

Li gorî daxuyaniya navenda ragihandina Meclisê;

Dagirkeran 81 top avêtin e gundên Ereb Hesen, Mihsenlî, Ewn Dadet, Toxar, Hoşeriyê, Cat, Seyadê, Yalinlî, Kawiklî, Kor Hiyûk û Boxa topbaran kirin.

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bîlançoya êrişan a 10 rojan eşkere kir

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Wîsam El-Omer jî ji çapemeniyê re bîlançoya 10 rojan a êrişên dewleta Tirk eşkere kir..

Li gorî Berdevkê meclisa Leşkerî ya Girê Spî, bilanço wiha ye:

“Di nava 10 rojên dawîn de, dewleta Tirk a dagirker gundên li eniyên şer; Kor Hesen, Fatise, Siwêd, Ehmediye û bi balafirên bêmirov, hewan û seknvanan 30 caran êriş pêk anî.

Di encama van binpêkirin û bombebarana de 5 welatî şehîd bûn, ji wan 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn û 2 welatî jî birîndar bûn.

Bi kurahiya 50 km durî sînor, erebeyeke endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat bombebarankirin..”

Back to top button