Dewleta Tirk gundên navçeya Çilaxa, Tirbespiyê, Til Temir û Qamişlo topbaran kirin

Dewleta Tirk gundên navçeya Çilaxa, Tirbespiyê, Til Temir û gundên bajarê Qamişlo topbaran kirin.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê derdora gundê Dêrna Axê yê navçeya Çilaxa ya Qamişlo topbaran kir.

Her wiha dagirkeran gundên Deşîşa û Gozeliyê yên rojavayê navenda navçeya Til Temirê bi obîs û hawnan topbaran kirin.

Di heman demê de gundên Dêrna Qulinga yê navçeya Tirbespiyê jî bi hawanan bi dijwarî dane ber topand.

Zêdetirî 4 guleyan hawanan li naverasta Dêrna Qulinga ketine.

Li gorî agahiyan hejmarek top li nêzî baregeha Amerîka ya li gundê Mizgeftê yê dikeve bakurê navenda navçeyê ketin.

Her wiha 2 topên hawanê li nêzî Dêra Maer Jerges a Suryan a li gundê Mehrekan ê rojavayê navçeyê ketin.

Artêşa Tirk a dagirker gundên Kêk Hesnak, Şelhomiyê, Dugur û Rotan ên bakur û bakurê rojavayê navçeya Tirbespiyê bi hewanan topbaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker gundê Omerîkê yê rojhilatê bajarê Qamişlo bi obîsan topbaran kirin.

Back to top button