Rêveberiya Xweser : Divê aliyên peywendîdar rê li ber êrişên Tirkiyê bigire

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişên Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya şerekî rasterast li dijî tevahî Sûriyê de tê kirin.

Êrişa îro ya li ser Qamişlo û gundên Amûdê û êrişa beriya wê bi çend rojan a li ser herêma Sînaa ya bajarê Qamişlo, her wiha êrişên bi balafirên bê mirov ên Tirkiyê di çarçoveya şerekî rasterast li dijî me û li dijî tevahî Sûriyê de tê kirin.

Armanca dewleta Tirk ji van êrişên domdar ew e ku qada dagirkeriya xwe bifireh bike û desteka manewî ya mezin bide DAIŞ’ê.

Rêveberiya Xweser bang li aliyên têkildar kir ku destwerdanê bikin, xeteriya mezin a Tirkiyê ya li ser Sûriyê nas bikin û rê li ber bigirin û wiha daxuyanî didome:

Berdewama vê xeta dijminane bê guman wê rastî berxwedana yekbûyî ya gelê me were, gelê me wê bi hemû derfet û îmkanên xwe li ber xwe bide da ku herêmê, sazî û destkeftiyên biparêzin.

Back to top button