Şêniyên Sêgirka û taxa Çirnixê: Em dev ji axa xwe bernadin

Şêniyên gundên Sêgirka û taxa Çirnikê yên Qamişlo diyar kirin ku ew bi xaka xwe ve girêdayî ne û diyarkirin ku ew dev ji ax û mala xwe bernadin.

Li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker welatiyên Sêgirka û taxa Çirnikê yên Qamişlo axivîn û diyarkirin ku ew dev ji axa xwe bernadin û dê li hember dagirkeriyê li ber xwe bidin.

Kalemêrê 55 salî çek daye ser milê xwe û li kolanên taxa Cirnikê digre, got:

”Em li vir in taxa xwe diparêzin.

Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe xaka biparêzin.”

Li taxa Sêgirka de jî welatiyekî axivî û got: “Her çiqas dijmin êrişên xwe li dijî me zêde bike jî em dev ji ax û mala xwe bernadin.

Bi dehan salan em xebitîn da ku malekê li ser axa xwe ava bikin.

Em ji Erdagan re dibêjin em ji êrişên te natirsin. ”

Back to top button