Cenazeyê şehîd Dilovan û Wîdad El-Hac Ebdulehmed hatin oxir kirin

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê, Minbic û herêma Tebqayê cenazeyên 3 şehîdan bimerasîmên girseyî oxir kirin.

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şervanê QSD’ê Mehmûd Temo bi nasnav Dilovan Kobanê ku dema erka xwe bi cih dianî şehîd bûbû bûn.

Di merasîmê de soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn û gotin:

“Şehîd ji bo welat canê xwe feda dikin û bi ruhê xwe jiyaneke ewle ji me re kirî.”

Piştre wesîqeya şehadeta şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Li Tebqayê jî, şêniyan cenazeyê endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Wîdad El-Hac Ebdulehmed a ku 8’ê Tebaxê dema li ser karê xwe bû şehîd bû, oxir kirin.

Di merasîmê de hat gotin ku ciwanên herêmê amade ne li ser şopa şehîdan û têkoşîna wan bimeşin.”

Piştre wesîqeya şehadeta şehîd hat xwendin û radestî malbata wê kir.

​​​​​​​L​​​​​i Minbicê ji bo şehîd Hisên El-Elî bi merasîmekê hat oxir kirin

Şêniyên Minbicê û gundewarê wê cenazeyê şervanê Hêzên Cebhet El-Ekrad Hisên Elî El-Elî ku dema erka xwe bi cih dianî şehîd bûbû bi merasîmekê oxir kirin.

Merasîm bi torana leşkerî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest pê kir.

Her wiha di merasîmê de soza şopandina xeta şehîdan hat dayîn.

Piştre nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Back to top button