Hêzên Asayîşê ragihand ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Cizîrê de 9 welatî birîndar bûn.
Hêzên Asayîşê derbarê êrişên duh de daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî parve kirin :
Artêşa Tirk li bajarên Qamişlo, Amûdê û Tirbespiyê êrişên xwe yên bêserûber li dijî sivîlên ewle zêde kirin.
Bajarê Qamişlo û gundewarê wê bi 15 topan kir armanc.
Di encamê de 6 sivîl, di nav de 3 zarok û 2 jin birîndar bûn.
Her wiha bi 23 topan gundewarê bajarokê Tirbespiyê topbaran kir.
Di encamê de zarok û jinek birîndar bûn.
Her wiha 21 top avêtin gundên sînorî yê bajarokê Amûdê û malên sivîlan kir hedef.
Di encamê de welatiyek birîndar bû û wî rakirin nexweşxaneyan. ”
Hêzên Asayîşê dawiyê bang li civaka navneteweyî û tevahî cîhanê kir ku êriş Tirkiyê yên li ser herêmên me bibînin.”