Dewleta Tirk gundên Qamişlo,Tirbespiyê,Girkê Legê,Til Temir û Eyn Îsa topbaran kir

​​​​​​​Ji duh sibeha heya derengî şevê êrişên dewleta Tirk ranewestiyan.
Gundên Qamişlo ,Tirbespiyê, Girkê Legê , Til Temir û Eyn Îsa hatin topbaran kirin.
Di encama êrişan de gelek welatî birîndar û şehîd bûn.

Duh gelek deverên herêmê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin topbaran kirin.

Dagirkeran gundê Dêrna Axê yê navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo topbarankirin.

Her wiha bi topan êrişê gundê Omerîk ê Qamişlo kirin.

Gundê Dêrna Qulinga , gundên Kêk Hesnak, Şelhomiyê, Dugur û Rotan yên Tirbespiyê jî bi dijwarî topbaran kirin.

Di heman çarçoveyê de hejmarek top li nêzî baregeha Amerîka ya li gundê Mizgeftê yê 10 km dikeve bakurê navenda navçeya Tirbespiyê ketin.

Her wiha 2 topên hawanê li nêzî Dêra Maer Jerges a Suryan ketin.

Heman dagirkerî gundê Sermisax Jorîn li navçeya Girkê Legê kir hedef.

Gundên Dibis, Hoşan, Xalidiye yên navçeya Eyn Îsayê û rêya M4 jî ji aliyê dewleta tirk ve hat topbaran kirin.

Li hêleke din gundên Deşîşa û Gozeliyê yên Til Temirê jî bûn hedefa êrişan.

Back to top button