Qamişlo…Li ser banga nexweşxaneyan bi sedan xwîn dan

Duh ji ber jimara zêde ya birîndaran li Qamişlo nexweşxaneya Dil û Çav û ya Şehîd Xebat banga dayînda xwînê li şêniyan kir. Bi dehan berê xwedan nexweşxaneyên navborî û xwîn dan.

Di encama êrişên dewleta Tirk ên doh li ser hêrêmê de, jin û zarok jî di nav de, gelek kes birîndar bûn.

Jimarek ji van birîndaran li herdu naxweşxaneyên li Qamişlo ‘Dil û Çav’ û ‘Şehîd Xebat’ bûn.

Ji ber birîna hinekan giran bû, bang li şêniyan hat kirin ku xwînê bidin.

Li ser banga nexweşxaneyên navborî bi dehan welatî berê xwe dan nexweşxaneyan û xwîn dan.

Hemşîreyê nexweşxaneya Dil û Çav Hîşam Ebû Zêd da zanîn piştî bangê zêdetirî 100 kesî berê xwe da nexweşxaneyê û xwîn dan.

Yek ji wan kesan parêzera bi navê Xedîce Ibrahîm tekez kir li dijî êriş û dagirkeriyê çi ji wan were xwestin ew amade ne.

Back to top button