TEV-DEM: Koalisyona Navdewletî û Rûsya berpirsên êrişan in

Li dijî van êrişan, daxuyanî ji aliyê Rêvebriya Xweser û TEV-DEM’ê ve hatin dayîn.
Rêvebriya Xweser bang li aliyên têkildar kir ku dest li rewşa heyî werdin û rê li ber êrişên dewleta Tirk bigirin.
TEV-DEM’ê jî di daxuyaniya xwe de Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya berpirsên êrişên nîşan dan.

Bi heman armancê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî daxuyaniyek da.

TEV-DEM’ê anî ziman armanca dewleta Tirk ji êrişên dawî yên li ser herêmê têkbirina aramî û ewlehiya herêmê û koçberkirina şêniyên resen e.

Di daxuyaniyê de TEV-DEM’ê Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya, ji ber bêdengiya wan berpirsên van êrişên nîşan dan.

Dawiya daxuyaniya xwe TEV-DEM’ê bang li gelê Kurd û hemû pêkhateyên herêmê kir ku hevgirtina xwe xurttir bikin û li berxwedana şervanên QSD`ê xwedî derkevin.

Back to top button