Parêzer Xalid El-Hesen: Li Îmraliyê maf tê binpêkirin

Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûrî li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Apo xebatên xwe didomînin.
Di vê arçoveyê de parêzeran ragihand ew ê Îlonê li Misrê bi parêzerên Ereb re bicivin,
Û hew bidin ev doz li derveyî welat bi aliyên hiqûqî re were nîqaşkirin.

Nêzî sal û nîvekê ye, ti agahî li ser rewşa Rêber Apo nayên girtin.

Ne malbat û ne jî parêzer nikarin li gel Rêber Apo hevdîtinana pêk bînin.

Gelê herêmê, parêzer jî di nav de, li ser rewşa Rêber Apo bi fikar in û daxwaza rkirina tecrîdê dikin.

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Reqayê Xalid El Hesen dibêje:

”Girtina Rêber Ocalan binpêkirina zagonên navneteweyî ye û sûcekî dermirovî ye.

Tevî ku Rêber Ocalan ramyar, feylesof û girtiyekî siyasî ye lê mixabin di Îmraliyê de mafê wî tê binpêkirin.”

Der barê xebatên ku wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bidin meşandin jî Xalid El Hesen ev tişt anî ziman:

“Me biryar daye em di Îlonê de serdana Misirê bikin û li ser vê mijarê bi parêzerên Ereb re bicivin.

Di wir de wê şandeyek were hilbijartin û vê dozê wê li derveyî welat bi aliyên hiqûqî re nîqaş bike.”

Parêzer Beşîra Cemal: Tecrîd rê li ber belavbûna fikirê Rêber Apo nagire

Hevseroka Yeketiya Parêzeran a Bakurê Sûrî Beşîra Cemal Dîn jî dibêje:

”Ev tecrîda girankirî, binpêkirina mafên mirovan e.

Rêber Ocalan kesayetekî siyasî, ronakbîrî û ramyarî ye.

Tecrîd wê rê li ber belavbûna fikrê Rêber Apo negire.”

Parêzer Beşîra Cemal Dîn piştrast kir ew parêzer wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xebatên xwe dewam bikin.

Back to top button