Murad Karayilan: Ev roj pêngava hebûna netewî ye

Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Murad Karayilan anî ziman Pêngava bi 15’ê Tebaxê re ne tenê zincîrên koletiyê hatin şikandin, di heman demê de şoreşeke fikrî, siyasî û civakî pêk hat.
Karayilan da zanîn yekem car li Kurdistanê Rêber Apo şêwazê gerîlatiyê pêş xist û bi vî şêwazî her ku çû encam girt.

Ji Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê re, tenê çend roj man.

Bi boneya vê rojê Fermandarê Biryargeha Navendî ya Hêzên Parsatina Gel-HPG’ê Murad Karayilan pirsên ajansa Firatê bersivandin.

Murad Karayilan di şexsê Fermandarê Mezin Egîd de hemû şehîdên azadiyê bibîranî û Cejna vejînê li hemû gelê Kurd pîroz kir.

Karayilan diyar kir ku Pêngava15’ê Tebaxê encama berxwedana Zîndana Amedê, şehîdên 14’ê Tîrmehê û berxwedana Rêber APO ye.

Murad Karayilan wate û encamên pêngava 15’ê Tebaxê wiha nirxandin:

“Pêngaveke hebûna neteweyî ye, îdolojîk e û milê wê yê çekdarî sembolîk e.
Bi fîşeka yekemîn civaka Kurd zincîra koletiyê ji ser xwe avêt.
Pêngava 15’ê Tebaxê di tarîtiyê de pêxistina çirûskê ye, ronîbûn e.
Ew bû hêvî û veguherî perspektîfa şoreşgerî.
Yanî civaka li ber mirinê rabû ser piyan, veguherî rastiyeke civakî ku êdî ji bo xwe difikire, ji bo xw eşer dike, ji bo xwe li ber xwe dide.
Encamên wê bi vî rengî ne.”

Murad Karayilan: Bi berxwedana gerîla pirsgirêka Kurd ket rojeva cîhanê

Karayilan da zanîn ku şêwazê tekoşînê yê nû ku Rêber Apo pêşxist ji serhildanên berê yên Kurdistanê cudatir bû û wiha domand:

“Kurdan berê li dijî dagirkeran bi şêwazê şerê sing bi sing dixwastin encam bigrin lê her carî hatin têkbirin, bi komkujiyan rerûbirû man.
Lê Rêber Apo yekem car li Kurdistanê şêwazê gerîlatiyê pêş xist û bi vî şêwazî her ku çû encam girt.
Ev şêwaz ji bo gelên din ên rojhilata Navîn jî bû mînak.
Civaka me jî dît ku ev rêbaz encam digre heta roja îro piştgiriyê dide gerîla.”

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Hêzên Parsatina Gel-HPG’ê Murad Karayilan da xuyakirin ku bi şêwazê gerîla heta astekî polîtîkayên qirkirinê vala hatin derxistin û pirsgirêka Kurd ket rojeva cîhanê.

Back to top button