Kampa Holê…Vê sibehê kesekî din kuştî hat dîtin

Duh careke din li Kampa Holê bûyereke kuştinê rû da.
Cenazeyê kesê hatî kuştin îro din hundirê kampê de hat dîtin.

Vê sibehê cenazeyê kesê bi navê Hatim Edhem Mehmûd li beşê 2 ê kampê kuştî hat dîtin.

Birayê wî ji televizyona me re der barê bûyerê de ev agahî parve kirin:

”Berî 5 rojan, 5 endamên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê biryarên min Edhem û Heşan revandin.

Di roja ku hatin revandin de, cenazeyê birayê min Heşan di navbera beşê 5-6 de hat dîtin.

Vê sibehê jî birayê min ê din Hatim jî kuştî hat dîtin.

Back to top button