WERGIRTINA S-400 NÊZ DIBE.. EMERÎKA DÎSAN ENQEREYÊ HIŞYAR DIKE

Di van rojan de wê Enqere, qefla destpêkê ya fûzeyên S-400 ên Rûsî li pêşberî çavên Waşintonê werbigire.

Waşinton jî dîsan wê hişyar dike.

Têkildarî mijarê, berdevka wezareta derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus ji rojnamgeran re axivî û got:

Tirkiye, eger pergala S-400 werbigre wê bi rastî belayan werîne serê xwe.

Tevî cezan wê tirkiye ji bernameya balafirên F-35 were durxistin.

Li gorî Pentagonê, Waşinton wê 4 balafirên F-35 yên Tirkiyê ew kirîne jî, nede wan.

Ortagus teqez kir ku diplomasiya Amerîkî der barê vê yekê de pir zelal e.

Ev hişyarî, piştî daxuyaniya serokê hikumeta AKP’ê Erdogan hat.

Erdogan duh ragihand ku amadekariyên wergirtina van fûzeyan tên kirin û wê veguhestina wê jî bi rêya asmanî be.

Amerîka, destpêka meha Hezîranê demek dabû Eneqereyê da ji kirîna vê pergalê bi paş de vegere.

Lê tevî van hişyariyan, birêveberiya Tirkiyê li ser a xwe danekeve û kirîna pergala S-400 weke mijareke qediyayî diyar dike.

Leave a Reply

Back to top button