Şehîd Disloz Tirbespiyê bi merasîmekê li navçeya Tirbespiyê hat oxirkirin

Vê sibehê şêniyên navçeya Tirbesiyê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Dilsoz Tirbespiyê li Goristana Şehîd Dilşêr a Dugurê spartin axê.

Doh dewleta Tirk li Qamişlo bi balafiran êrişek pêk anî û 4 endamên erka xweparastinê şehîd kirin û 3 jî birîndar kirin.

Yek ji wan Dilsoz Tirbesipiyê bû û îro di seatên sibehê de li Tirbespiyê hat oxirkirin.

Li goristanê li ser navê fermandariya erka xweparastinê Eyaz Tirbespiyê axivî û soza berdewamkirina xeta şehîdan nû kir.

Paşê jî nasnameya şehîd Dilsoz hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Dawiyê hevalên şehîd Disloz bi dirûşmeya şehîd namirin ew spartin axê.

Back to top button