Desteya Hundirîn: Yek ji Rêveberên PJAK’ê Yûsif Mehmûd di êrişê de şehîd bû

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişa 6’ê Tebaxê ya taxa Sina a bajarê Qamişlo de fermandarekî PJAK`ê ku serdana herêmê kiribû, şehîd bû.

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê di daxuyaniya xwe de êrişên li ser herêmê şermezar kir û got:

“Dewleta Tirk bi van êrişan ve armanc dike ku ewlehiya herêmê têk bibe.

Tirs û xofê têxe nav gel, û milet bide koçber kirin.

Destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatiye bi destxistin ji holê rabikin.”

Desteyê diyar kir di êrişa 6’ê tebaxê ya taxa Sîna ya bajarê Qamişlo de, fermandarê Partiya Jiyana Azad a Kurdisanê (PJAK) birêz Yûsif Mehmûd Rebanî ku ji bo ji nêz ve şoreşa Rojava nasbike serdana Rojava kiribû şehîd bû.

Desteyê sersaxî ji malbata şehîd Yûsif Mehmûd Rebanî xwest û teqez kir ku wê rihê netewî yê kurd, nehêle dijmin bigîhîje armanca xwe.

Desteyê gelê herêmê li hember hewldanên dagirkeriya Tirk ên tirsandina wan, hişyar kir û banga berxwedanê û kombûna li dor hêzên leşkerî û Rêveberiya Xweser kir.

Desteyê di dawî de diyar kir ku berpirsê van êrişê Rûsya û Koalîsyona navnetewî ne.

Back to top button