HESKÎF.. QESRA BIÇÛK LI BER RÛXÎNÊ YE

 

Li Heskîfê ku çêkirina Bendava Ilisûyê didome û tê xwestin di bin avê de bimîne, Qesra Biçûk a dîrokî hindik maye birûxe.

Di çarçoveya xebatên çêkirina bendavê de li ber Keleha Heskîfê dest bi çêkirina keştîgehê hatiye kirin.

Li ser vê keştîgeha ku tê çêkirin jî keleh bi betonê hatiye girtin û Qesra Biçûk jî tê girtin.

Dîwarên kelehê bi beton û hesinan tên “qewîkirin.”

Lê ji ber makîneyên kar yên giran di dema xebatê de dihejin dîwarên qesrê werimîne û hindik maye birûxin.

Piştî hat dîtin hindik maye qesr birûxe, ji roja duşemê ve karê betonkirinê hatiye sekinandin û ji bo vê endezyar çûne cihê qesr lê ye û dest bi lêkolînan kirine.

Leave a Reply

Back to top button