Koreya Başûr…. Ji ber baranê herî kêm 9 kes mirin 7 jî winda bûn

Li Koreya Başûr baranê jiyana li welat tevizandiye. Barana herî dijwar ya 115 salên dawiyê bariya. Ji ber baranê 9 kes mirin û 7 jî winda bûn.

Li nîvgirava Koreya Başûr, baranê jiyan zehmet kir.

Barana zêde kolanên paytext Seul jî di nav de, gelek cih di bin avê de hiştin.

Rayedaran ragihandin ku li paytext Seulê 6 kes û li eyaleta Gyeonggi jî 3 kes ji ber barana zêde mirine.

Hat ragihandin ku li eyaleta Gyeonggi 9 kes birîndar bûne û 2 kes jî winda ne.

Li paytextê jî agahî ji 5 kesan nayê girtin.

Li gorî nûçeyên çapemeniya Koreya Başûr, barana zêde paytext Seûlê û derdora wê di bin avê de hişt.

Rawestgehên metro, wesayit û gelek avahî di bin avê de man û xizmetên elektrîkê, çûyîn û hatina trenan jî rawestiya.

Wezareta Karên Hundir ragihand ku li Seûl û bajarên derdorê nêzî 800 avahî xisar dîtine û herî kêm 790 kes ji bo cihên ewletir hatine veguhestin.

Wezaretê asta şopandina lehiyê xistiye asta “ciddî”.

Ji ber barana zêde ya bo sedema şimitîna axê û lehiyê, gelek rê hatin girtin.

Li welat tê gotin, ev 115 sale ku baraneke di vê astê de bandorê li welat bike ne bariyaye.

Rêveberiya welat ji bo xebatên ewlekarî û asankirina xizmetên jiyanî ji ketine tevgerê.

Back to top button