Kuba…Piştî 5 rojan şewata li depoyek petrolê hate vemirandin

Asîmanên Kubayê cihê xwe ji dumana reş ya şewata petrolê re hiştiye.
Piştî 5 rojan şewata li depoyekî petrolê hate kontrolkirin.
Di şewatê de, ji sedî 40’ê depoyê hilweşliya.

Li gorî nûçeya CNNê, şewata ku piştî birûskê li tesîsa depoya petrolê ya li Matanzas a Kubayê ket, şewatek mezin rû da.

Ev şewata ku 5 rojan dewam kir, bû sedema ji sedî 40’ê depoya sereke ya petrolê ya welat hilweşiye.

Di dawiyê de, şewata li depoyê hate vemirandin.

Tîmên agirkujiyê yên li welat bi rêya bejahî û hewayî ketibûn tevgerê.

Di şewatan de herî kêm kesek mir û 120 jî birîndar bûn.

Rayedaran dan zanîn ku her çend li herêmê neftê neherike jî, kesên li derdorê dijîn divê maskeyan li xwe bikin û ji barana asîdê ya muhtemel dûr bisekinin.

Back to top button