Meksîka…Di oparasyona polîsan ya li eyaleta Jalisco de 4 jê polîs 13 kes hatin kuştin

Li Meksîka ji ber tevger û kiryarên çeteyan, aramniya li welat navhev xistiye.
Polîsan li eyaleta Jalisco oparasyonek berfireh li dijî çeteyan despê kir.
Di dema oparasyonê de şer rûda, 4 jê polîs 13 kes hatin kuştin.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Meksîkayê de cih girtin, li bajarê El Saltoyê, polîsên ku li dijî komeke sûcên organîze çalakiyek li dar xistibûn, bi endamên çeteyan re ketin nava şer.

Di şer de 4 porlîs û 9 çete hatin kuştin.

8 çeteyên ku radest kirin hatin binçavkirin.

Her wiha 3 çete jî bi giranî birîndar bûn.

Di daxuyanîya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di encama şer de, polîsan herêm bi temamî kontrol kiriye.

2 kesên ku çeteyan ew dîl girtibûn jî hatin xelaskirin.

Hat parvekirin ku tedbîrên berfireh ên polîsan ên li herêmê dewam dikin.

Back to top button