Artêşa Rûsya êrişî Dnîpropetrovsk kir; bêtirî 13 kes hatin kuştin

Ji 2014’an ve, Rûsya xaka Kirim ya Ukrayna xistiye bin kontrola xwe.
Serokê Ukrayna Zelensky diyar kir ku şerê li welat bi Kirimê re despê kir û got:
Şer divê bi rizgarkirina Kirimê re bi dawî bibe.
Di vê navberê de, Rûsya êrişî bajarê Dnîpropetrovskî kir, herî kêm 13 kes hatin kuştin.

Dema şerê li Ukrayna dirêj û dirêj dibe.

Bi vê yekê re, pêla êrişan jî diwar dibe.

Li gorî nûçeya BBC, Waliyê Dnîpro-petrovskî Valentyn Reznichenko ragihand ku di encama êrişa ku hêzên Rûsyayê li ser herêmê pêk anîn de, herî kêm 13 kes hatine kuştin.

Walî anî ziman ku êrîşên Rûsyayê tevahiya şevê dewam kirine û got, “Şeveke trajîk bû.”

Zelensky: Şerê li welat divê bi rizgarkirian krimê re bidawî bibe

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky di daxaftina xwe ya dawî ya bo gel de îşaret bi Kirimê kir.

Ev axaftina Zelensky piştî teqînên li baregeheke Rûsyayê li Kirimê ku di encamê de kesek hat kuştin û 8 kes jî birîndar bû pêk hat.

Lê Zelenskî ku di axaftina xwe de behsa teqînan nekir û got,

Kirim ya Ukraynayê ye, em ê tu carî dev ji Kirimê bernedin.

Zelensky got,

“Em ji bîr nakin ku şerê Rûsyayê li dijî Ukraynayê bi dagirkirina Kirimê dest pê kir.”

Baregeha Leşkerî ya Saky, li nêzî Novo-federika, ku teqîn lê qewimîn, li rojavayê Kirimê ye.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku di depoya cebilxaneyê ya li baregehê de teqîn çêbûne û tu êrîş ji aliyê Ukraynayê ve nehatiye kirin.

Ji şêwirmendên Zelenskiy, Mykhailo Podolyak jî got, ti têkiliya wan bi teqînan re nîne.

Serokê berê yê Rûsyayê û Cîgirê Serokê Konseya Ewlekariyê Dimitry Medvedev di axaftina xwe ya meha borî de gotibû ku armanckirina Kirimê ji bo Ukraynayê tê wateya “qiyametê”.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky gotibû divê welatê wî beriya şerê bi Rûsyayê re biqede Kirimê rizgar bike.

Zelenskiy got, eger Rûsay hêzên xwe vekişîna sînorê berî êrişa 24’ê Sibatê, ewê agirbestê bipejirînin.

Lê di derbarê Kirimê de ti şert nedanîbû.

Back to top button