ŞÊNIYÊN EL-KERAMÊ BI MERASÎMEKÊ BI HEYBET OXIR KIRIN

Şêniyên El-Keramê bi merasîmekê şervana YPJ`ê Elîf Welat li Goristana Şehîd Sêvdar a li bajarokê El-Cedîdat ê Dêrazorê oxir kir.

Şervana YPJ’ê Tehanî Ehmed Xerbetlî bi nasnav Elîf Welat dema li kantona Hesekê li ser erka xwe bû şehîd bû.

Bi sedan şêniyên El-Keramê, saziyên sivîl û leşkerî cenazeyê şehîd Elîf Welat ji Meclisa Malbatên Şehîdan wergirt.

Girseyê bi kerwanekî erebeyan ber bi Goristana Şehîd Sêvdar a li bajarokê El-Cedîdat ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî gelek axaftin ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan, fermandarên YPJ`ê û Meclisa Sivîl a Reqayê hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û rola şehîdan ji bo rizgarkirina gel ji zulmê û afirandina civakeke demokratîk û azad hate destnîşankirin.

Girseya gel cenazeyê cangoriyê xwe di nava sloganan de oxir kirin.

Leave a Reply

Back to top button