Atîna ji çavdêriya Ewropa ya darayî derdikeve

Wezîrê Darayî yê Yewnan ragihand ku ew ê ji mekanîzmaya “çavdêriya zêde” ya YE derkevin û got;

Ew êdî dikarin bi azadî polîtîkayên xwe yên aborî diyar bikin

Hat ragihandin ku Yewnanîstan wê di 20’ê Tebaxê de ji mekanîzmaya çavdêriya darayî ya zêde ya Komîsyona Ewropayê derkeve.

Wezîrê Darayî yê Yewnanîstanê Christos Staikuras îro got:

Piştî 12 salan ji bo welatê me serdemeke dijwar ber bi dawî dibe.

Yewnanistan wê vegere şert û mercên asayî yên Ewropayê û wê êdî di Herêma Euro de nebe îstîsna.

Staikuras anî ziman ku Yewnanîstanê polîtîka û reformên soz dabûn bi cih anîne.

Di heman demê de, destnîşan kir ku Cîgirê Serokê Komîsyona YE û Endamê Aboriyê yê Komîsyona YE bi nameyekê piştrast kirine ku Atîna wê di 20’ê Tebaxê de ji mekanîzmayê derkeve.

Li gorî rêveberiya darayî ya Atîna ji niha û pêde wê di qada aborî de azadtir tevbigerin.

Ji ber krîza aborî ya 2010’an, Yewnanan ji sedî 25’ê dahata xwe ji dest dabûn.

Back to top button