HPG: Li Zap û Metîna 10 leşkerên Tirk hatin kuştin

Çalakiyên gerîlayan yên silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê dewam dikin.
HPG’ê ragihand li herêmên Zap û Metîna 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, panzêrek û çepereke jî hatin rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê çalakiyên xwe yên bi armanca silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê bê navber didomînin û bi ruhê serketinê yê Fermandarê nemir Egîd derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin û ev agahî parve kir;

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê 8’ê Tebaxê li Qada Şikefta Birîndaran tîmên me yên bi tevger li hêzên dagirker xistin, 2 dagirker hatin kuştin û çepereke hat rûxandin.

9’ê Tebaxê tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li wesayîteke zirxî dan ku dixwest ji qada Kunişka ber qada Çemço ve biçe.

Di encama vê çalakiyê de wesayît hate rûxandin, 7 dagirker hatin kuştin û dagirkerek jî birîndar bû.

Piştî çalakiyê dagirkeran cenazeyên xwe bi helîkoperan ji qadê dûr xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de li herêma Metîna 9’ê Tebaxê tîmên me yên bi tevger li hêzên dagirker xistin ku hewl didan çeperên şer yên li qada Şehîd Pîrdogan a bi ser Girê Amediyê bi teqemeniyan bombebaran bikin.

Di vê çalakiyê de dagirkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk ya dagirker caran bi çekên kîmyewî, 3 caran bi balafirên şer, 7 caran bi helîkopteran û bi dehan caran bi tank, obus û çekên giran qadên gerîla bombebaran kir.

Back to top button