Bêrîvan Xalid: Me li dijî her cure êrişan amadekariyên xwe kirine

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê û bêhelwestiya hêzên koalisyonê nirxandin kir. Bêrivan got: Dewleta Tirk li pêş çavê tevahî cihanê êriş dike û sucê şer dike.
Divê hêzên koalîsyonê li dijî êrişan xwedî helwestekî zelal bin. Em li dijî her cure êrişan di nava amadekariyê de ne.

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmê û bêdengiya hêzên navdewletî, Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid ji ajansa Mezopotamya re axivî.

Bêrvivan Xalid: Jinan pêşengtiya şoreşê kirin

Bêrîvan Xalid da zanîn ku ji roja destpêkê heta niha jin pêşengî ji Şoreşa Rojava re dikin û bi têkoşîna xwe ji cihanê re bûn mînak û got;

” Serkeftina jinan di her qadê de, Tirkiye aciz kir.

Lewma ji roja destpêkê heta niha projeya neteweya demokratîk ji bo xwe weke gefekê dibîne û êriş dike.

Destpêkê, Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî dagirkir, niha jî dixwaze herêmên din dagir bike.”

Bêrivan Xalid bertek nîşanî bêdengiya hêzên koalîsyonê da û wiha domand:

“Ji ber bê helwestiya hêzên navnetewî dewleta Tirk cesaret digre û êrişên xwe didomîn e.

Di van êrişan de bi gelek, jin, zarok, kal hatin şehîdxistin.”

Bêrvivan Xalid: Tirkiye bi hedefgirtina Jiyan Tolhildan xwest tola DAIŞ’ê hilînin

Berivan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi qirkirinê tola DAIŞ’ê hilîn e û wiha nirxand:

Dewleta Tirk bi êrişên xwe dixwaze herêmê vala bike, gel bitirsîne û dagir bike.

Lê gel tevî hemû êrişan jî bi biryardarî li ber xwe dide û axa xwe diparêzin.

Şehîd Jiyan Tolhildan jineke şoreşger bû, li dijî DAIŞ’ê şer kir.

Tirkiyê bi hedefgirtina Fermandar Jiyan Tolhildan re xwest tola DAIŞ’ê hilîne.

Bêrivan Xalid bang li koalisyona Navnetewî kir ku li dijî dewleta Tirk xwedî helwestek zelal be û wiha dawî kir;

“Me gelek caran ji bo girtina qada ezmanî bang kir. Ji bo vê me serî li rêyên diplomatîk dan.

Me ji bo şerekê ku rû bide xwe di hemû aliyan de amade kiriye.

Em xwedî wê hêzê ne ku hem xwe û hem jî gelê xwe biparêzin.”

Back to top button