Trump wê li pêşberî Serdozgeriyê îfadeyê bide

Serê serokê berê yê Amerîka Donald Trump bi dozgeriyê re di nava belayê de ye.
Trump di çarçoveya lêpirsîna li ser nirxê milkên wî de, wê li Serdozgeriya Giştî ya New Yorkê îfade bide.

Trump di axaftina xwe ya li ser malperên civakî de got,

Ew ê dozgerê nîjadperest yê New Yorkê bibîne û di dîroka Amerîkayê da nêçîra sêrbazên herî mezin dewam dike.

Trump destnîşan kir ku di çarçoveya lêpirsîna li ser nirxê mal û milkên wî de wê di bin sond da jê bê pirsîn û ev tişt anî ziman:

“Ez û şirketa min a mezin ji her alî va rastî êrîşan tên.

Komara mûz.”

Ev daxuyanî piştî ku mala Trump a Mar-A-Lago ya li Floridayê duh ji aliyê endamên Buroya Lêpirsîna Fedelar (FBI) ve hat girtin pêk hat.

Her wiha FBI dest danîn li ser ser telefona nûberê Pensîlvanya yê Komarparêzan Scott Perry.

Perry yê ji çapemeniya Amerîka re axivî got:

Îro dema min bi malbata xwe re geşt dikir, 3 sîxurên FBI dest danîn ser telefona min.

Li dijî vê yekê ji komarparêzan bertekên tund derketin.

Back to top button