Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 4 endamên Erka Xweparastinê ku di êrişa duh a li Qamişlo de şehîd bûn eşkere kir. QSD’ê got: “Em ê tola şehîdan hilînin û ewlehî û aramiya herêmê biparêzin.
Navenda Ragihandinê ya QSD bi daxuyaniyekê nasnameya 4 endamên Erka Xweparastinê ku di êrişa bi balafira bêmirov a bi çek a dewleta Tirk de duh li Qamişlo şehîd bûn eşkere kir..
QSD’ê di daxuyaniya xwe de balkişand li ser êrişên her roj li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên û got:
“Di çend rojên dawîn de, dewleta Tirk rasterast tax û erebeyên sivîlan li nav bajarên bi welatiyan dagirtî, hedef digre..
Bi vî rengî hemû peymanên navneteweyî yên têkildarî şer û pevçûnan binpê dike, bi taybetî peymana agirbestê ya 2019 bi bi Amerîka û Rûsyayê re.”
QSD’ê eşkere kir ku duh dewleta Tirk navendeke Hêzên Erka Xweparastinê ya ku parastina nexweşxaneyên bajarê Qamişlo dike, hedef girt û wiha domand:
“Di êrişê de 4 endamên wan dema ku li ser karê xwe bûn şehîd bûn û 3 din jî birîndar bûn.
Em sersaxiyê ji malbatên her çar şehîdan û gelê xwe re dixwazin û ji birîndaran re şifaya xêrê dixwazin. Em soz didin ku tola şehîdan li erdê nehêlin.”
Li gorî daxuyaniya QSD’ê, nasnameya şehîdan wiha ye;
Navê tevgerî: Dilsoz Tirbespiyê
Nav û paşnav: Hêvîn Osman
Navê Dayikê: Meysa
Navê Bav: Yasir
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Qamişlo / 2004
Cih û Dîroka Şehadetê: 9`ê Tebaxa 2022`an/ Qamişlo
Nav û paşnav: Elî El Mislit
Navê Dayikê: Fida
Navê Bav: Casim
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: El AL /1966
Elî El Mislit 9’ê Tebaxa 2022`an li Qamişlo şehîd bû.
Nav û paşnav: Mihyedîn Îbrahîm
Navê Dayikê: Şems Xan
Navê Bav: Qehreman
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Qamişlo / 1991
Mihyedîn Îbrahîm 9’ê Tebaxa 2022`an li Qamişlo şehîd bû.
Nav û paşnav: Mahir El Ezbeh
Navê Dayikê: Sureya
Navê Bav: Ebas
Cihê Jidayikbûnê: Til Mişhen / 2004
Cih û Dîroka Şehadetê: 9`ê Tebaxa 2022`an /Qamişlo.”
Mahir El Ezbeh 9`ê Tebaxa 2022`an li Qamişlo şehîd bû.