Gelê Amûdê li dijî êrişan û bêdengiya navnetewî meşek lidarxist

Gelên herêmê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker di nava tevgerê de ne. Îro jî bi çalakiyan êriş hatin şermezarkirin û peyama berxwedan û têkoşînê hate dayîn.

Êrişên dewleta a dagirker yên li ser herêmê dewam dikin, gel jî li dijî van êrişên hovane her roj di nava çalakiyan de ne.

Li navçeya Amûdê gel li dijî êrişên dewleta Tirk û bêdengiya hêzên navnetewî daket qadan.

Meş li ber baregeha Rûsya ya li Amûdê rawestiya û li wir şandeyekê nameyek radestî hêzên Rûs kir.

Li Girkê Legê gel li dijî êrişan daketina qadan

Li Girkê Legê jî gel daketin qadan û êrişên hovane yên li ser herêmê şermezar kirin.

Piştî meş veguherî mêtingê endamê PYD’ê Idrîs Ehmed axivî û got:

“Rêber Ocalan ji me re rêyek vekir da ku em bi hevre bijîn bi vê rêkê me karîbû ku em rêxistinên terorîst tune bikin.

Divê em parastina axa xwe bikin û li dij van êrişan hevgirtî bin.”

Şêx Sînan Sediş: Divê gel li dijî êrişan li ber xwe bide û destketiyên şoreşê biparêze

Bi heman armancê welatiyên Dêrikê jî li qadan bû.

Meş li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan rawestiya û li wir Şêx Sînan Seydiş axivî û got:

“Dewleta Tirk hemû zagonan binpê dike û bi êrişên xwe zarokan jî dike armac.

Divê gelê me li dijî van êrişan li ber xwe bide û parastina destketiyên ku bi saya şehîdan hatiye bidestxistin bike.”

Şêx Sînan di dawiyê de bang li rêxistinên hiqûqî û navnetewî kir ku li dijî van sûcên şer helwesteke cidî nîşan bidin.

Back to top button