PIŞTÎ HIŞYARIYÊN “YE”, EMERÎKA Û FRANSA JÎ BANG LI TIRKIYÊ DIKIN DA KIRINÊN XWE LI QIBRS RAWESTÎNE

Piştî hişyariyên Yekîtiya Ewropayê.. Amerîka û Fransa jî bang li Tirkiyê dikin da kirinên xwe li rojhilatê Deryaya Spî rawestîne.

Wezareta derve ya Amerîkayê bang li Enqereyê kir da kirinên xwe li deravên Qibrsê rawestîne.

Ev yek jî piştî şermezarkirina hikumeta Qibrisê hat.

Wezaretê got;

Ev kirin, tengijînê li herêmê zêdetir dikin.

Em bang li aliyên din jî dikin ku niha xwe li hember van kirinan ragirin.

Her wekî hikumeta Fransî jî îro bang li Tirkiye kir û got:

Divê hûn rêzdariyê ji serweriya Qibrisê re bigirin û pabendî qanûna nevdewletî bin.

Der barê vê mijarê de, Ajansa Anadolê ya Tirkî roja Duşemê nûçeyek belav kiribû.

Ajansê diyar kir wê di vê hefteyê de keştiyeke Tirkî ya bi navê Yawuz dest bi lêgerîna gaz û neftê li rojhilatê Deryaya Spî bike.

Doh keştî gihaşt beramberî Qibrisê.

Lê qîmaYekîtiya Ewropayê nehat û bi zimanekî hişk dîsa Enqere hişyar kir û kirinên wê yên ne qanûnî şermezar kir.

Leave a Reply

Back to top button