“Êrişên Tirkiyê yên li ser gelê Kurd bi piştgiriya NATO’yê pêk tên”

Kolektîfa Piştevaniya Kurd a Navneteweyî bi daxuyanekî ragihand ku li hemberî helwesta NATO ku piştgiriyê dide polîtîkaya îmha û dagirkeriyê ya rejîma Erdogan, ew bi Kurdan re ne. Komê bang li herkesî kir ku di vê pêvajoya xeternak de piştgiriyê bidin Kurdan. Xelatgirê Nobelê jî di nav de 70 kesayetên ji çar hêlên cîhanê mohra xwe danîne binê daxuyaniyê.

Êrişên dewleta Tirk yên bi armanca qirkirina gelê Kurd û dagirkirina xaka wan dewam dikin.

Piştgirî û êrêkirina êrişan jî dewleta Tirk ji NATO’yê digire ku yek ji endamê wê ye.

Kolektîfa Piştevaniya Kurd a Navneteweyî ku gelek kesayetên navdar yê ji her hêlên cîhanê cihê xwe têde digirin têkildarî êrişên Tirkiyê ên li ser gelê Kurd û polîtîkayên NATO’yê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin piştgiriya hêzên navneteweyî ya ji bo êrîşên li ser gelê Kurd êdî mayinde bûye û wiha hate gotin:

“Herî dawî di Civîna Bilind a NATO’yê de ya li Madrîdê, ji bo pêvajoya serlêdana tevlîbûna Swêd û Fînlandiyayê ya li nava NATO’yê polîtîkayên komkujiyê yên Erdogan ên li dijî Kurdan hatin erêkirin.

NATO’yê jî ji bo rakirina vetoya Tirkiyê, peyameke qirêj li ser Kurdan çêkir û destûr da Erdogan ku paqijiya etnîkî bike.”

Kolektîfa Piştevaniya Kurd a Navneteweyî têkoşîn û fedakariya gelê Kurd ya li dijî DAIŞ’ê ku heya îro didome bi bîr xist û got:

“Civîna bilind a NATO’yê ji bo êrîşî Kurdan bike rê da Tirkiyeyê. Ev yek tê wê wateyê ku xençer ji pişt ve li Kurdan hatiye xistin.

Ev gava NATO’yê li Tirkiyê, li Kurdistanê û jê wêdetir, tê wateya binpêkirina mafên mirovan.”

Kolektîfa piştevaniya Kurd a navneteweyî: Kurd ji bo tekoşîna demokrasiyê bûn hêvî

Di dewamê de îşaret bi têkoşîna kurdan ya ji bo demokrasî ê azadiyê hate kirin û wiha hate gotin:

“Têkoşîna Kurdan, di sedsala bîst û yekê de ji bo demokrasî, azadiya zayendî ya civakî û ekolojiyê têkoşîneke ku ev nirx li cîhanê di bin gefê de ne.

Kurd û hevalbendên wan ên li Rojava û tevahiya Sûriyê, modeleke rêveberiya berfireh ava kirine ku weke ‘konfederalîzma demokratîk’ tê naskirin û bi vî rengî ji têkoşînên demokratîk ên li tevahiya cîhanê re bûne hêvî.”

Kolektîfa piştevaniya Kurd a navneteweyî: Em ji herkesî dixwazin di vê pêvajoya xeternak de piştgiriyê bidin Kurdan

Kolektîfa Piştevaniya Kurd a Navneteweyî dawî got: “Li hemberî helwesta NATO ku piştgiriyê dide polîtîkaya îmha û dagirkeriyê ya rejîma Erdogan, em bi Kurdan re ne. Em ji her kesî dixwazin ku di vê dema krîtîk de piştgiriyê bidin Kurdan.”

70 kesayetên dostên gelê Kurd ku di nav wan de xelatgirê Nobelê jî hene, mohra xwe danîne binê daxuyaniyê û bi vê yekê piştgiriya xwe ya bi kurdan re ragihandin.

Back to top button