3 Koçberên Sûrî li kampa Holê hatin kuştin

Li Kampê Holê ku bi hezaran malbatên DAIŞ’î lê dimînin bûyerên kuştinê bê navber dewam dikin. Îro du koçberên ku beriya çend rojan ji hêla şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hatibûn revandin, kuştî hatin dîtin.

Cenazeyê kesê bi navê Usama Merwan Mihemed Saîd yê ji bajarê Dêra Zorê îro li beşê 4’an a kampê kuştî hate dîtin.

Hat ragihandin Usama beriya 3 rojan ji aliyê şaneyeke veşartî ya DAIŞ’ê hatibû revandin.

Vê sibehê jî cenazeyê kesê bi navê Hatim Edhem Mehmûd li beşê 2. ê kampê kuştî hat dîtin.

Hat diyar kirin Hatim Edhem Beriya 5 rojan tevî birayê xwe Heşan Edhem ji aliyê şaneyeke veşartî yê DAIŞ’ê hatibûn revandin.

Heman roja ku hatine revandin, cenazeyê Heşan di navbera beşê 5-6. de hat dîtin.

Vê sibehê jî kesê bi navê Hatim jî kuştî hat dîtin.

Back to top button