Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Ebdurezaq El-Hemed spart axê

Bi sedan şêniyên Hesekê û gundewarê wê cenazeyê şervanê QSD`ê Ebdurezaq El-Hemed bi merasîmekê oxirkirin.

Bi sedan şêniyên Hesekê û gundewarên wê, tevlî merasîma oxirkirina şehîd Ebdurezaq El-Hemed ku dema erkê xwe yê leşkerî pêk dianî şehîd bûbû bûn.

Merasîm bi torana leşkerî ji aliyê şervanên QSD’ê ve dest pê kir.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Mehmûd Cewad û yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Kazim Mehmûd axivîn û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna azadî û aştiyê dan.

Piştre wesîqeya şehadeta şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Di merasîmê de nasnameya şervanê QSD’ê Îbrahîm El-Heşî jî hat eşkere kirin ku li navçeya Til Temirê dema erkê xwe yê leşkerî pêk dianî, şehîd bûbû.

Back to top button