Li Serêkaniyê şer di navbera du êlên derket Kuştî û birîndar hene

Li gorî çavkaniyên xwecihî ji Serêkaniyê, şer di navbera du êlên ku li bajêr bi cih bûne de derketiye.
Di encamê de gelek kes ji her du êlan hatine kuştin û birîndar bûne.

Li bajarokê Til Helef ê Serêkaniyê yê dagirkirî şerên dijwar di navbera êlên Mewalî û El-Edwan de rû dan.

Çavkaniyên xwecihî diyar kir ku di encama şer de ji her du êlan gelek kes birîndar bûne û hatine kuştin.

Her wiha ragihand ku di şer de çekên RBC hatin bi karanîn.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku komên taybet ên her du êlan hene di nav çeteyên ‘Artêşa Niştimanî Sûriyê’ de kar dikin

Nakokiyên di navbera çeteyan de êdî ji hemûyan re eşkere bûne.

Ew jî ji ber diziyê, bazirganiya mirovan û parvekirina desthilatê ye.

Back to top button