Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk Hêzên Rizgariya Efrînê rêzeçalakiyên bibandor pêk anîn.
Ev çalakî li Şera, Ezaz û Babê pêk hatin.
Tê de, yek jê fermandar 6 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin û 11 jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandina Hêzên Rizgariya Efrînê li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî parve kir.
5’ê Tebaxê, li herêma Babê, di baregehek artêşa Tirk a dagirker de kamerayek mobese û termalek hat îmha kirin.
6’ê Tebaxê, li gundê Enabkê yê Şera, li hember baregeha artêşa Tirk çalakiyek hat lidar xistin.
Di vê çalakiyê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn û tankek û 3 obîs hatin derbkirin.
7’ê Tebaxê jî, li gundê Kil Cibrîn yê bajaroka Ezazê, li hember baregeha artêşa Tirk çalakiyek pêk hat.
Di vê çalakiyê de jî yek jê fermandar 3 leşkerên dagirker hatin kuştin, 7 leşker jî birîndar bûn.
Û depoya cebilxaneya baregehê hat îmha kirin.
https://youtu.be/zMACbZTsE_s