Tahran îdiayên Bolton yên derbarê hewldana kuştina wî de red kir

Di navbera Tahran û Waşîngtonê de, îdiayên kuştinê derketiye pêş. Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Amerîka yê berê John Bolton îdia kir ku Îranê ji bo kuştina wî kesek diyar kiriye.
Îranê ev tewambariyên Bolton red kir û weke bê bingeh bi nav kir.

Ji nava Îran û Amerîka îdiayên kuştinê bilind dibin.

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Amerîka yê berê John Bolton îdia kir ku Îranê ji bo kuştina wî kesek diyar kiribû.

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Îranê Nasir Kenanî bi daxuyaniyeke nivîskî ev yek red kir.

Nasir Kenanî got;

Rayedarên dadwerî yên Amerîkayê welatiyekî Îranî yê li wî welatî “bi mebestên siyasî û bêyî pêşkêşkirina delîlên rast” tawanbar kirin.

Kenanî ev tewambarî şermezar kir û teqezî li ser wê yekê dike ku mafê wê ye ku li gor yasayên navdewletî hemû tedbîran bo parastina mafên hemwelatiyên Îranê bigire.

Rêveberiya Washingtonê welatiyê Îranî yê bi navê Şehram Pursafî ku tê îdiakirin endamê Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê ye, bi plansaziya kuştina Bolton, tawanbar kir.

Wezareta Dadê ya Amerîka jî li ser mijarê daxuyaniyek da.

Wezaretê îdiakirin ku Pursafî ji bo tola Generalê Îranê Qasim Suleymanî yê Çileya 2020’an hatî kuştin bê rakirin, 300 hezar dolar pêşkêşî çavkaniyeke mirovî ya veşartî kiriye.

Wezaretê diyar kir ku Pursafî yê niha li derveyî welate dema were girtin wê bi cezayê “piştevaniya madî ya ji bo kuştina kesekî” were darizandin.

Bolton di dema serokatiya Trump de bi qasî salek û nivê erka şêwirmendiya netewî kir.

Di nava vê demê de, gotinên wî yên li dijî Îranê her di rojeva çapemeniyê de cihê xwe digirtin.

Amerîkayê di 3’ê Çileya 2020’an de li Balafirgeha Bexdayê li dijî karwanê wesayîta Fermandarê Hêza Qudsê Silêmanî êrîşeke hewayî pêk anîbû û ew kuştibûn.

Rayedarên Îranê û bi taybet fermandarên Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê ragihandin ku ew ê tola berpirsên êrîşê hilînin.

Heta gihişt asta ku Lîderê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xameney vîdeoyeke anîmasyonê ya ku Trump dike armanc li ser malpera xwe weşand.

Back to top button