QASIM ENGÎN: HIN ALÎ LI DIJÎ DIJMIN TIRSONEK IN, LI DIJÎ KURDAN JÎ WÊREK IN

Gotinek pêşiya heye dibêje çavên li derya xwelî li serya… Li dijî dijminê xwe pisîk e ji zextên li ser gelê xwe re şêr e. Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn di Rojnameya Ronahî de gotarek bi navê ‘Şervanên ku li hember kurdan wêrek in’ nivîsî û got: Di cîhanê de tu hêz û mirovên ku li hemberî dagirkeran ewqasî tirsnak, lê li hemberî gelê xwe jî ewqasî bi ‘wêrek’î tevdigirin tune ne! Engîn di naveroka gotara xwe de navnîşana gotinên xwe diyar dike û bi awayekî berfireh şîrove dike

‘Şervanên ku li hember kurdan wêrek’ bi vê sernavê Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn nivîsek di rojnameya Ronahî de parvekir.

Qasim Engîn di nivîsa xwe de helwesta hin aliyan a li hemberî gelê kurd û bi dagirkeriyê re bi mînakan bibîrdixe:

Lê êrîş ne tenê ji aliyê dijminê gelê Kurd ve tên kirin.

Êrîşên giran di esasa xwe de êrîşên kesên ku xwe Kurd dihesibînin û qaşo îdîa dikin ku doza Kurdan dişopîn in.

Mîna kesên ku li Efrînê li cem dewleta Tirk cihê xwe girtine û hîna jî digirin, wêrekî raber nekirine û yek gule li hember çete û hêzên dagirker neavêtine.

Lê dema mijar bû Kurd li kêleka dewleta Tirk bi çavsoriyeke mezin êrîş anîn ser Kurdên Efrînê.

Dîsa li Şengalê dema ku DAIŞ hat yên ku civaka Ezîdî bi qirkirinê re rû bi rû hişt, paşpaşkî ve reviya, dema mijar bû Kurd bi panzeran û çekan ve bê tirs çûne ser dayîk û şervanên kurd.

Her wiha yên ku Kerkûk berdan niha wek tolazan li dijî gel, yên ku hêzên metînger protesto dikin, derdikevin.

Dewleta Tirk li dijî referandûma Başûr diranê xwe tûj kir..

Yên wê çaxê bêndeg man, niha li kêleka Dewleta Tirk li hemberî şervanên Kurd diranê xwe tûj dikin.

QASIM ENGÎN: XETA ÎXANETÊ YA ŞEHÎDXISTINA PÊŞENGÊN KURDAN HÎN JÎ LI SER KAR E

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn tiliya hin aliyan di kuştina hin pêşengên kurd de wiha tîne ziman:

Ew kesên ku hêzên dagirker dibînin û paşpaşkî direvin û meydanê ji wan re dihêlin, di dema xwe de li hember Suleymanî Muînî çendî wêrek bûn jî me dîtîbû.

Dîsa me dîtîbû ku çawa li hember Dr. Şivan û hevalên wan jî bi kuştina wan wêrek bûn.

Her wiha me dîtibû çendî li hember Elî Asker, Tahîr Walî Beg, Huseyîn Baba Şêxê Êzîdî û Dr. Xalid û hevalên wan li Hekarî bi wêrek bûn.

Û gelek mînakên bi vî awayî hene.

Îdîa ev e; di cîhanê de tu hêz û mirovên ku li hemberî dagirkeran ewqasî bi tirsonek, lê li hemberî gelê xwe jî ewqasî bi ‘wêrek’î tevdigirin tuneye!

Leave a Reply

Back to top button