Li Başûr-Rojavayê Fransayê şewat didome

Germaya havînê li serê Ewropa bûye bela.
Ji despêka meha Tîrmehê ve, ji ber germahiyê li Fransa şewata daristanan ku despê kirî nayên kontirolkirin.
Şewat êdî gefê li cihê niştecihan jî dixwe.

Germa havînê li Fransa rê li ber şewatên daristanan vedike.

Yek ji şewata mezin a daristanên li başûrê rojavayê Fransa ya li nêzî bajarê Bordeaux, careke din bandora xwe zêde kir.

Li gorî daxuyaniya rayedarên Fransî, şewata ku roja sêşemê piştî nîvro li Landîrasê derket û bû sedema hilweşandina derdora 6 hezar hektar daristan, dîsa bandora xwe zêde kir û bi lez belav bû.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li bajarokê Belîn-Belietê nêzî 6 hezar kes ji malên xwe hatin derxistin û bo cihê ewle hatin veguhestin.

Her wiha 16 xaniyan jî zirar dîtine.

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerald Darmanin jî diyar kir ku ew li ser îhtimala dibe şewat ji aliyê hinek kesan ve hatibe pêxistin dirawestin.

Darmanin yê cihê şewatê ji nêz ve şopandî axivî û got:

“Ji hezarî zêdetir xebatkarên îtfaiye, 9 balafir û 2 helîkopterên agirkujiyê ji bo vemirandina agir dixebitin.”

Di du şewatan de 20 hezar û 800 hektar daristan şewitî, 36 hezar kes jî ji bo cihên ewle hatin veguhestin.

Hat ragihandin ku ji kesên hatin veguhestin 6 hezar ji wan gestiyarin.

Hewaya germ a ku meha tîrmehê bandor li Fransayê kir, şewatên daristanan bi xwe re anî.

Li başûrrojavayê welêt ku hewaya germ hê bi bandor e, tê texmînkirin germahiya hewayê heta roja yekşemê bigihêje 40 pile.

Pisporên servîsa meteorolojiyê ya Fransayê Meteo-France balê dikişînin ser wê yekê ku ji ber guherîna avhewayê germa zêde û ziwabûn tê pêk tê.

Back to top button