Sedr ji bo hilweşandina parlamenê 7 roj dem diyar kir

Krîza siyasî û aborî ya li Iraqê welat ji hev xistiye.
Serokê Tevgera Sedr a Iraqê Muqteda Sedr diyar kir ku ji bo hilweşandina parlamentoyê pêwistî bi civînê nake.
Sedr daxwaz ji dadgeha dadweriya welat kir ku heta hefteya bê parlamentoyê hilweşîne.

Sedr doh li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de Sedr daxwaz ji Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê û dezgeha dadweriyê ya Iraqê kir ku herî dereng heta dawiya hefteya bê parlamentoyê hilweşînin.

Sedr daxwaz ji dezgeha dadweriyê kir ku ji bo destnîşankirina dema hilbijartina pêşwext “di bin şert û mercên ku dê paşê rabigihînin de” erk bidine serokkomar.

Lîderê Tevgera Sedr her wiha diyar kir ku alîgirên wî wê çalakiyên xwe bidomînin.

Ji 30’ê Tîrmehê ve alîgirên Sadr li nava parlamento û ber deriyê wê di çalakiyan de ne.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî bang li alîgirên Tevgera Sedr ên ku li Herêma Kesk çalakiya rûniştinê didomînin kir û daxwaza derketina ji saziyên dewletê kir.

Kazimî ji bo diyaloga bang li partiyên siyasî û Muqteda Sedr kiribû.

Back to top button