Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk çalakiyek sabotajê li navenda Cindirêsê pêk anîn.
Di encamê de, Fermandarekî Koma Çete ya bi navê Ehrar El Şam hat kuştin û yek jî bigiranî birîndar bû.
Hêzên Rizgariya Efrînê HRE` di derbarê çalakiyên xwe de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:
9’ê Tîrmehê de hêzên rizgariyê bi çalakiyeke sabotajê seyareyekî leşkerî a fermendarekî koma çete ya bi navê Ehrar El Şam li navenda navçeya Cindirêsê kirin armanc.
Di encamê de çeteyê bi navê Ebû Hesan Sufyan hat kuştin û yekedin jî bi giranî birîndar bû, her weha seyareya leşkerî jî derb xwar.